Ji pêşengên siyasî û dînî yên herî bibandor ên Iraqê yek jî Muqteda es-Sedr e. Sedr di 9 salan da gelek caran daxuyand ku wî dev ji siyasetê berda, lê piştî her carê kêliyek şûnda paşve gav avêt û vegeriya siyasetê.
Paytext Bexda di serî da alîgirê Sedr li gelek bajarên Iraqê du rojan ser hev xwepêşpandin kir.
Pêşengê Şîe di 29ê tebaxê da daxuyand ku wî bi temamî dev ji siyasetê berda. Piştî vê gotinê piştgirên wî li Herêma Kesk a li Bexdayê avêt ser Qesra Serokomarî û Qesra Hikûmetê. Hêzên Asayîşê li deverên cuda yên Herêma Kesk gule avêtin hewa û xwepêşandêr bela kirin.
Piştî ku pêşengê Şîe ji xwepêşandêran ra got "vegerin malên xwe" şûnda xwepêşandêr ji qadan vekişiyan û li Bexdayê jiyan normal bû.
- Di 9 salan da cara 9emîn de ku biryara vekişîna siyasetê dide
Muqteda es-Sedrê Pêşengê Tevgera Sedr ku dûrî Îranê disekine, di nav 9 salan da ev cara 9emîn e ku biryara vekişîna siyasetê dide.
Sedr cara ewil di adara 2013an da daxuyand ku ew ê ji hikûmet û parlamentoyê vekişe. Sedr wê demê seba parlamentoya Iraqê ya wê dewrê got ku lawaz e û daxuyand, mayîna hikûmetê wiha pênase kir, "zirarê dide, wekî ku meriv piştgiriyê bide dijmintayî û gunehan e."
Sedr piştî vê biryarê tenê karibû çend mehan dûrî siyasetê bisekine û di tebaxa 2013an da cardin vegeriya siyasetê.
Sedr cara duyem di sibata 2014an da daxuyand ku wî dev ji siyasetê berda. Pêşengê Şîe ji bilî hin saziyên medya û xizmetê, biryar da ku hemû buroyên siyasî yên li welêt werin girtin. Lêbelê pir ser ra derbas nebû û Sedr cardin vegeriya siyasetê û di 30ê nîsana 2014an da ket hilbijartinê û bi navê Gruba Ehrarê 36 parlamenter şandin Meclisê.
Sedr demek şûnda hemû fealiyetên Gruba Ehrarê dan sekinandin û vê carê jî di nîsana 2016an da bangî piştgirên xwe kir ku di kuçeyan da xwepêşandinê bikin. Sedr wê demê li hêzên ewlehiyê jî gef xwar û got ku heke ji xwepêşandêran ra astengiyê derxin, protesto wê zêdetir bibin û belavtir bibin.
- Dijî hikûmeta Ebadî alîgirên xwe derxistibûn derva
Sedr di 2016an da cardin bangî alîgirên xwe kir ku derkevin kuçeyan û dijî hikûmetê xwepêşandinê bikin. Sedr wê demê li dijî hikûmeta Heyder el-Ebadî helwesta xwe eşkere nîşan da û xwest kesên li welêt tevî gendeliyan bûne bira teslîmî edaletê bikin û hikûmeteke teknokrat were avakirin.
Sedr di heman salê da Necef ne tê da buroyên xwe yên siyasî yên li hemû bajaran cardin girtin û telîmat da, avahiyên buro tê da ne ji bo welatiyên kêmdahat bên texsîskirin.
Sedr di Cotmeha 2016an da çalakiyên xwe bi dawî anîn û her wiha boykota xwe ya dijî Koalîsyona Neteweyî ya Şîeyan bi dawî kir.
Sedr vê carê 2 sal şûnda di 4ê Cotmeha 2018an da biryar da ku dest ji siyasetê bikişîne û ragihand, Koalîsyona Saîrûnê ya koma Meclisê ya ku piştgirî didayê, dê beşdarî hikûmetê nebe.
Sedrê ku ji bo cara şeşan dev ji siyasetê berda, di daxuyaniya xwe ya di Berfanbara 2019an da ragihand, tirbeya bavê wî yê merciyê dînî û du birayên wî yên ku bi destê Sedam Huseyîn hatin kuştin û her wiha buroya alîkarê taybet ne tê da, hemû buroyên Tevgera Sedr ên li Iraqê ji bo salekê dê girtî bimînin.
Sedr di Tîrmeha 2021ê da ji bo cara heftem dawî li siyasetmedariya xwe anî û ragihand ku ew ê teqez beşdarî hilbijartinê nebe.
Lêbelê pêşengê Şîe bi tenê sê meh piştî vê biryara xwe, li siyasetê vegeriya, beşdarî hilbijartinê bû û bû yekem.
- Nexwest digel partiyên nêzîkî Îranê hikûmetê ava bike
Pêşengê Tevgera Sedr Muqteda es-Sedir yê serkeftiyê hilbijartina giştî ya ku par li Iraqê hat kirin, ji bo ku bertekê nîşanî gendelkaran bide, di 15ê Tîrmeha 2022yan da dîsa biryara dûrketina ji siyasetê da.
Sedr biryara bidawîanîna siyaseta xwe ya ji bo cara heştan li Necefê gava digel 73 parlamenterî kom bû, ragihand û ev gava xwe wekî "fedekariya ji bo welat" tewsîf kir.
Sedr nexwest digel partiyên nêzîkî Îranê hikûmetê ava bike û bi biryara vekişîna ji siyasetê va parlamenterên koma xwe jî da îstifakirin. Li ser vê yekê peywira avakirina hikûmetê derbasî Çarçoveya Kordînasyonê ya partiyên nêzîkî Îranê bû.
- Alîgirên Sedr avêtin ser Meclisê
Alîgirên Sedr bertek nîşanî Wezîrê berê yê Xebat û Karûbarên Civakî Mihemed Şiya Sûdanî dan ku ji hêla Çarçoveya Kordînasyonê wekî namzedê serokweziriyê hat ragihandin û ji bo protestokirina vê yekê jî ketin Herêma Kesk û avêtin ser Meclisê.
Sedr pêştiyê bangî alîgirên xwe kir ku ji Meclisê derkevin, çalakiya xwe ya rûniştinê li dervayî avahiyê bidomînin û pey ra jî bangî darazê kir ku Meclisê hilweşîne. Konseya Bilind a Darazê ji wekî bersiva daxwaza Sedr ragihand ku peywireke wan a wisa tuneye.
- Vê carê him ji siyasetê û him jî ji qadê vekişî
Sedrê lîderê dînî û siyasî biryara xwe ya dawîn a ji siyasetê vekişînê di 29ê Tebaxê da îlan kir û piştgirên wî dîsa daketin kuçe û kolanan.
Li gor çavkaniyan piştî biryara Sedr a dev ji siyasetê berdanê di bûyerên derketin da 23 kes mirin û 380 kes jî birîndar bûn.
Ji ber belavbûna bûyeran Sedr duh bangî alîgirên xwe kir ku bila vegerin malên xwe û wiha got: "Ez ji ber bûyerên qewimîn ji gelê Iraqê lêborînê dixwazim. Ev şoreş ji ber ku ji aştiyanebûnê dûr ket ev êdî şoreş nîne û ez nikarim bibêjim ev şoreş e. Bila şoreşa wiha qet tunebe."
- Senaryoyên muhtemel ên piştî Sedr
Sedr destnîşan kir ku ew bi tevahî ji siyasetê vekişiyaye û wiha got: "Vekişîna min a ji siyasetê ji ber şerîetê ye û paşve veger ne mimkun e. Kar û barên siyasî ji min nepirsin, ez pê ra eleqedar nabim."
Tê gotin ku Sedrê ji siyasetê û qadê vekişiyaye wê bi xwendina dînî ra eleqedar bibe û kar û barên wî yên siyasî jî wê ji alî ekîbeke nêzî wî va bên şopandin.
Bi vekişîna Sedr va avakirina hikûmetê ya ku êdî bûye qeyran jî dîsa derbasî Çarçoveya Kordînasyonê ya Îran piştgir e û reqîbê Sedr e bû. Koma Şiî ji bo avakirina hikûmetê ku lazim e ji sê parên Meclisê du par bên cem hev û ji bo vê jî wê bi Kurd û Suniyan ra dest bi hevdîtinê bike.
Li Iraqê heke di pêşengiya komên Şiî yên Îran piştgiriyê dide wan da hikûmet bê avakirin wê partiyên Kurd û Sunî xwedî roleke girîng bin û dema lihevkirin pêk bê jî li Iraqê heyama hikûmeta koalîsyonê ji nû va dest pê bike.