08 Mijdar 2016•Rojanekirin: 09 Mijdar 2016
MÛSIL
Hat ragihandin ku hêzên Pêşmerge yên Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), bajaroka Başîqayê ya dikeve aliyê bakûrê rojhilatê Mûsilê ya di destê DEAŞê de bi tevahî xist bin kontrola xwe.
Cabbar Yawerê Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyê ya HKIyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Di operasyona ku duh ji aliyê hêzên pêşmerge ve hat destpêkirin de Başîqa bi tevahî ji DEAŞê hat rizgarkirin."
Yawer diyar kir ku li bajaroka 20 kîlometre dûrî navenda bajarê Mûsilê hê gelek defikên bombeyê û mayin hene û wiha dewam kir: "Niha pêşmerge li herêmê ji aliyekê ve mayin û bombeyan paqij dikin ji aliyê din ve li milîtanên DEAŞê yên dibe ku xwe li herêmê veşartibin digerin."
Yawer diyar kir ku îro serê sibehê di operasyona hat lidarxistin da 5 milîtanên DEAŞê yên ku di tunelên bin avahiyan hatin tespîtkirin da hatin kuştin.
Nûçegihanên AAyê yên li herêmê jî diyar kirin ku li Başîqayê milîtanên DEAŞê yên xwe di nav mal û xaniyan da veşartine û pêşmerge car caran şer dikin. Hat ragihandin ku tunelên DEAŞê amadekiriye bi teqemeniyan va tên xerakirin û pisporên teqemeniyê jî ji bo îmhakirina mayinan sewqî herêmê kirin.
Hêza Zêrevanî duh serê sibehê ji sê aliyan da operasyona lidarxistibû û ketibûn nava Başîqayê.