HEWLÊR
Wezareta Pêşmergeyan a Herêma Kurdistana Iraqê destnîşan kir ku Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) pêşmergeyên di destê xwe de bi awayekî hovane dikujin û muamele dikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Pêşmergeyan de hat diyarkirin ku DÎŞI ev çend roj in dîmenên pêşmergeyên di destê xwe de diweşîne.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Hin ji van pêşmergeyan rêya xwe wenda kirin û ketine destê DÎŞIyê, hin pêşmerge jî piştî ku birîndar bûn ketin destê rêxistina terorê ya DÎŞIyê. DÎŞI pêşmergeyên di destê xwe de bi awayekî hovane dikuje û muameleyeke hovane dikin. Helwesta rêxistina terorê ya DÎŞIyê li dijî exlaqê ye û hovîtî ye. Ev nîşan dide ku ev rêxistin bi tu awayî nirxên însanî û semawî di xwe de nahewîne."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku dê DÎŞI û alîgirên DÎŞIyê hesabê vê helwesta xwe bidin.