WASHINGTON
Der heqê bûyerên 1915an de Pêşnûmaya Ermeniyan a ku piştgiriya îdiayan dike pêşkêşî Senatoya DYAyê kirin.
Pêşnûma bi destê Serokê Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê û Senatorê Demokrat Robert Menendez û Senatorê Partiya Komarparêz yê Îllînoîsê Mark Kirk ve hat pêşkêşkirin.
Di pêşnûmayê de wiha tê gotin: "Divê Serok ji bo ku Komara Tirkiyeyê hemû rastiyên komkujiya ermeniyan qebûl bike û di navbera tirkan û ermeniyan de têkiliyên baş çêbin bixebite."
Di nav piştgiriyan de senatorên demokrat Barbara Boxer û Ed Markey jî hene. Divê pêşnûma peşiyê di Komîteya Peywendiyên Derve ya Senatoyê de bê nirxandin û qebûlkirin. Gava ku pêşnûma bê qebûlkirin, bi destê Serokê Piraniya Demokratan yê di senatoyê de Harry Reîd vê bişînin Lijneya Giştî ya Senatoyê. Lê belê pêşnûma bê qebûlkirin jî tu tesîreke wê ya fermî tune.