NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) di serî de rêxistina Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û Eniya el-Nûsrayê dê ji bo pêşnûmaya biryarê ya ku der barê rêxistinên terorê yên girêdayî el-Qaîdeyê yên ku li Sûriye û Iraqê di fealiyetê de ne, deng bidin.
Pêşnûma ji aliyê Nûnertiya Daîmî ya Îngilistana ku serokatiya meha tebaxê ya Konseya Ewlehiyê ya NYyê dike ve hat amadekirin. Hat eşkerekirin ku hemû endamên konseyê li ser pêşnûmayê li hev kirin û dê sibê ji bo pêşnûmayê deng bidin.
Bi pêşnûmayê tê plankirin ku piştgiriya malî ya ji bo komên çekdar ên wekî DÎŞI û Eniya Nûsrayê yên ku li Iraq û Sûriyeyê fealiyetên xwe berdewam bikin, bibirin û rê lê bigirin ku qadroyên wan xurt bibin û dawî li hemû çalakiyên teror û şîdetê yên ku ev kom bûne sedem bînin.
El Qaîde, DÎŞI û Eniya Nûsrayê di nav lîsteya terorê ya NYyê de cî digirin. Bi vê pêşnûmayê armanca wan ew e ku çavkaniyên fînansî yên van rêxistinan û rêbazên endamgirtina wan asteng bikin. Her wiha ji bo 6 kesên ku tê diyarkirin ku têkiliya wan bi her du rêxistinan re jî heye, dê mueyîdeyê bînin.
Di pêşnûmayê de hat destnîşankirin ku DÎŞI û Eniya Nûsrayê li Iraq û Sûriyeyê hin rafîneriyên neftê bi dest xistine û vê neftê difroşin û bi vî awayî hem piştgiriya malî didin rêxistinê hem jî endamên nû dişînin rêxistinê. Di pêşnûmayê de ewên ku bi rêxistinên terorî re têkiliya bazirganiyê datînin hatin şermezarkirin û gef li kesên ku biryarê binpê dikin, xwarin.
Pêşnûma dê sibê li Konseya Ewlehiyê bê dengdayîn û tê payîn ku ji 15 welatên endam hemû piştgiriyê bidinê. Tê gotin ku pêşnûma daxîlê madeya 7emîn a ku hêza mueyîdeyê ya NYyê nîşan dide ye, der barê kesên ku biryarê binpê bikin dê madeya 7emîn a der barê rêxistinên terorê de bixin dewrê.