MHPyê bi îdiayên ku di pêkanîna asayîşa kamûyê de nikare peywirên xwe bîne cih, rê li pêşiya dewleta paralel a KCKyê vekir û hewl da ku lêpirsîna gendeliyê têk bibe ve der barê Wezîrê Karên Navxweyî Efkan Ala de pêşnûmaya ravepirsê da.
Pêşnûmaya ravepirsê bi îmzeya Cîgirserokên Koma MHPyê Oktay Vural û Yusuf Halaçoglu ve ji bo Serokatiya TBMMyê hat pêşkêşkirin. Di sedema pêşnûmayê de hat gotin ku peywira bicihanîna asayîşa kamûyê û ewlekariya navxweyî li ser milê Wezareta Karên Navxweyî ye û ev meqam jî berpirsiyariya xwe nayne bi cih.
Di sedema pêşnûmayê de hat diyarkirin ku di raporên mufetîşên Wezareta Karên Navxweyî de tê gotin ku îhaleyên kamûyê ji aliyê rêxistinê ve tên belavkirin, alîkariya civakî bi destê YDG-Hyê ve tê belavkirin û rêvebirên bajêr nikarin bûyerên civakî ji pêş da bibînin û berpirsên kamûyê jî nikarin ji avahiyên xizmetê û lojmanan derkevin.
Di raporê de wiha hat gotin:
"Xusûsên li jor rêzkirî hem di rojevê de cih girtiye û hem jî bûye mijara gazinciya xelkê herêmê. Wezîrê Karên Navxweyî Brêz Efkan Ala di temînkirina asayîş û aramiya kamûyê de bi ser neketiye û peywira xwe ya qanûnî bi kar neaniye û firsend daye ku rêxistinên paralel bêne avakirin û unîteriya welat xera bibe."