Nihat Kavşut
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
BOGOTA
Hat ragihandin hejmara çekên Hêzên Çekdar ên Şoreşger a Kolombiyayê (FARC) teslimî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir wê îro bigihêje hezarî.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Misyona Kolombiyayê ya NYê di çarçoveya peymana aştiyê ya di navbera hikûmet û FARCê da hat îmzekirin 1ê adarê pêvajoya çekdanînê dest pê kir û hejmara çekên rêxistinê teslimî çavdêrên Mekanîzmaya Piştrastkirin û Şopandina Agirbestê ya NYê (MM&V) bike wê bigihêje hezarî.
Jean Arnaultê Şefê Misyona Kolombiyayê ya NYê berê daxuyanî dabû û destnîşan kiribû pêvajoya çekdanîna FARCê dewam dike û texmîn dikin ku heta dawiya gulanê bê temamkirin.
Li gor peymana aştiyê ya di navbera hikûmeta Kolombiyayê û FARCê da hat îmzekirin, ji bo pêvajoya çekdanînê milîtan li 26 herêmên welêt hatin komkirin û peyra 1ê adarê çekdanînê dest pê kiribû. Çavdêrên MM&Vyê çekan dabeş dikin û qeyd dikin. FARCê 140 çekên xwe 17ê adarê teslimî MM&Vyê kiribû û piştî şerekî ji 50 salî zêdetir dewam dike cara ewil çek danî.
Ji bo peymana aştiyê ya ewil a di navbera hikûmet û FARCê da 2yê cotmeha 2016an da hat îmzekirin referandum hatibû çêkirin û di referandumê da ji sedî 50,24 "na" derketibû.
Di navbera hikûmet û rêxistinê da li Havanaya paytextê Kubayê cardin hevdîtin hatin kirin û di 12ê mijdara 2016an da peymaneke nû hat çêkirin û di 24ê mijdara 2016an da bi destê Juan Manuel Santosê Serokê Dewletê û Rodrîgo Londonoyê pêşengê FARCê hatibû îmzekirin.
Li Kolombiyaya nifûsê wê ji 48 milyonî zêdetir e û ji dewletên Amerîkaya Latîn e, ji ber şerê navxweyî yê ji 50 salî zêdetir e dewam dike, qederê 260 hezar kes hatin kuştin û ji 6 milyonî zêdetir kesî koç kir.