MOSKOVA
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov got ku dê pêvajoya diyalogê ya li Sûriyeyê bi hêsanî pêk neyê.
Lavrov di destpêka Konferansa Cenewre-2yê de ku li Montroyê tê li dar xistin axivî û wiha got: "Peywira me ya hevbeş ew e ku em dawî li trajediya ku li Sûriyeyê diqewime, bînin. Divê em nehêlin bûyerên ku li vî welatî diqewimin bipekin dewletên herêmê."
Lavrov destnîşan kir ku dê pêvajoya diyalogê ya li Sûriyeyê bi hêsanî pêk neyê û axaftina xwe wiha domand: "Rûsya amade ye ku ji bo qeyran were çareserkirin bi hemû aliyan re biaxive û tevbigere. Qaşo gelek hêzan piştgirî didan Cenewre-2yê, lê ku dor tê ser pratîkê naxwazin konferans bi ser keve."