Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî Serokê Komisyona Têkiliyên Derve yê Parlementoya Îngilistanê Rîchard Ottaway û lijneya pê re qebûl kir.
Li gor daxuyaniya ku di malpera fermî ya hikûmetê de hat weşandin Barzanî û Ottaway di hevdîtinê de li ser êrîşên DÎŞIyê û çareserkirina pirsgirêkên di nabeyna Bexda û Hewlêrê de sekinîn.
Barzanî destnîşan kir ku di têkoşîna dijî DÎŞIyê de pêwistî bi çekên giran hene û got ku divê pêşmerge ji bo bikaranîna çekan werin perwerdekirin.
Ottaway jî ji bo ku xwedî li penaberên Sûriyeyê derketin sipasiya Herêma Kurdistanê kir.