Haydar Şahin
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
BEYRÛT
Hesen Nasrallahê Sekreterê Giştî yê Hizbullahê got ku sedema qirîza li Îranê siyasî nîne aborî ye.
Hesen Nasrallahê Sekreterê Giştî rêxistina Hizbullahê ya di piştgiriya Îranê da daxuyanî da El-Meydana kanala nêzî rêxistinê ya li Libnanê
Nasrallah diyar kir ku sedema qirîza li Îranê siyasî nîne ji hêla aboriyê va ye, piştî ku hin bankeyan îlankirin ku îflas kirine bûyeran dest pê kir.
Hesen Nasrallah destnîşan kir ku hin aliyên siyasî midaxilê mijarê bûn, protesto bi kar anîn û rengê siyasî lê kirin.
Nasrallah got ku rejima Îranê bi awayê ku ragêşiyê zêde ne bê deng bi mijarê ra eleqedar dibe û wiha axivî: "Bûyerên ku nika diqewimin bi awayê herî baş tên kontrolkirin. Meriv nikare bi bûyerên sala 2009an ra bide ber hev."
Di 28ê berfanbara 2017an da hin çalakvanan li Meşheda bajarê Îranê bihabûna li welêt, bêkarî, feqîrî û pirsgirêkên din protesto kiribûn. Di demeke kin da çalakî vegeriyan protestoyên li dijî rejimê û li Tehran, Kirmanşah, Senendec, Zencan, Şîraz, Qûm, Ehwaz, Zahîdan, Erak û Hurem Abadê belav bûn.
Hatibû ragihandin ku di bûyerên li welêt da hetanî nika herî kêm 24 kes hatin kuştin û ji hezarî zêdetir çalakvan jî hatin binçavkirin.
Fermandarê Mihafizên Şoreşa Îranê Mihemed Elî Ceferî do di televizyona dewletê ya Îranê da îdia kiribû ku xwepêşandanên "dijî rejimê" yên ku van rojên dawîn li welatê diqewimîn hatin bidawîkirin.
Ceferî gotin çalakiyên ku roja pêncşemê ji ber aboriyê dest pê kiribûn roja înê û piştî wê vegeriyan dijayetiya rejimê, wek berpirsyarê bûyeran jî Amerîka, Îsraîl û Erebistana Siûdî nîşan dabû.