Nihat Kavşut
04 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 04 Rêbendan 2018
XEZE
Balafirên şer yên Îsraîlê zeviyên li ser sînorê başûr yê Xezeyê bombebaran kirin.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiya Filistînê balafirên Îsraîlê zeviyên li Refahê bombebaran kirin.
Hat diyarkirin di êrîşê da kes nemiriye.
Îsraîlê hê der barê mijarê da daxuyanî nedaye.
Îsraîl bi îdiaya "ji Xezeyê moşek tên avêtin" herêmên curbecur yên Xezeyê bombebaran dike.