Di rapora NYê de derket holê ku li Sûriyeyê di 21ê tebaxê de çekên kîmyevî hatine bikaranîn. Lê di raporê de bi awayekî eşkere nehat diyarkirin ka çekên kîmyewî jî hêla kê ve hatiye bikaranîn û ev jî bû sedama nîqaşan. Nûnerên NYê yên DYA, Îngilistan û Fransayê rejîma Esed sûcdar dikin. Lê nûnerê Rûsyayê parast ku di raporê de tu nîşaneyên ku vê yekê rast derxîn tuneye.
Nûnerê daîmî yê NYyê yê Îngilistanê Mark Grant daxuyaniyek da rojnamevanan û diyar kir ku di lêkolînên li ser roketan de hat dîtin ku kapasîteya barkirina roketan 350 lître ye, ev jî 35 qatê êrîşa ku li metroya Tokyoyê ye hat kirin e. Grant da zanîn diyar e ku ji hêla Sûriyê ve hat kirin.
Grant got ku serokê lijneya lêkolînê Ake Sellestrom diyar kir ku xaza sarînê ya hat bikaranîn ya li Tokyo û şerê Iraq û Îranê de hat bikaranîn bi qalîtetir e.
Nûnerê daîmê yê NYê yê Rûsyayê Vîtaly Churkîn jî daxuyaniyek da û destnîşan kir ku di raporê de nehatiye daiyarkirin ka çekên kîmyewî ji hêla kê ve hatiye bikaranîn. Churkîn got ku her kes dikare ji vê lêkolînê hin tiştan derxîne, lê belê ez hêvîdar im ku ev yek bi daxwazên siyasî neyên kirin.
Churkîn parast ku di êrîşê de leşkerên muxalif qet nemirin û got ku rewşeke dereqlî ye ku Esed di dema ku koma venêrînê li Şamê ne, çekên kîmyewî bi kar bîne, divê mirov rejîma Esed sûcdar neke.
Nûnera NYê ya DYAyê Samantha Power jî daxuyaniyek da rojnamevanan û anî ziman ku hûrgiliyên di raporê de rejîma Sûriyê destnîşan dikin. Samatha Power got ku hûrgiliyên raporê nîşan didin ku tenê rejîm dikare êrîşeke wisa bike. Xaleke girîng ew e ku rejîm xwediyê çekên kîmyewî ye. Tu nîşane tunin ku em bibêjin di destê mixalifan de çekên kîmyewî hene.
Power diyar kir ku DYA û Rûsya li ser piştgirîdayîna biryara KENY ya ku dê Raxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW), li hev kirin. Power da zanîn ku der barê vê mijarê de qala gelek pêşnûmayên biryarê dikin lê belê dixwazin ku tenê KENY der barê vê mijarê de biryareke hêzdar derxîne holê.