Abdullah Tel
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 30 Tebax 2018
ANKARA
Serokê Fraksiyona Hêviyê ya reformîstan a li meclisê û yek ji pêşengên reformîstên Îranê Mihemed Riza Arif diyar kir ku reformîstên li Îranê ji performansa Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî ne razî ne."
Arif ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û destnîşan kir ku perforamansa niha ya hikûmeta Rûhanî di bin bendewariya reformîstan da ye.
Di peyama xwe da Arîf destnîşan kir ku lazim e hikûmet kar û barên xwe bileztir bike û ji bo wezîrên di kabîneya Rûhanî da jî got: "Wezîrên hikûmetê mixabin ji hesta berpirsyariya hevkar bêpar in. Yek ji kêmasiyên hikûmetê jî ev e û Serokomar divê teqez ji bo vê yekê çareseriyekê bibîne."
Arif di meclisê da pêşengiya koma Fraksiyona Hêviyê ya ku aîdê reformîstan e, dike
Endamên Fraksiyona Hêviyê piştgiriyê didin Rûhanî, di demên berê da xwe ji rexneyên li ser polîtîkayên hikûmeta Rûhanî dûr digirtin lê di demên dawîn da rexneyên li dijî hikûmetê gelek caran tînin ser zar û ziman.