Türkan Tosun
29 Tebax 2018•Rojanekirin: 05 Îlon 2018
ANKARA
Dildarên Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê (TDV) li Burkîna Fasoyê alîkarî belav kirin û pifik dan zarokan. Zarokên heta niha qet pifik nedîtine ewil metel man paşê tirsîn û giriyan.
Burkîna Faso yek ji welatê parzemîna Afrîkayê ye ku ji ber şerê navxweyî û tunebûnê feqîr e. Li welêt mirov di nav tengasiyan de dijîn.
Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê ji bo ku rûyê zarokan bikene, alîkariya malbatan bike komeke ji dildaran pêk tê şande welêt.
Dildarên gihîştin Burkîna Fasoyê xurek, cil û berg belav kirin, qurban ser jêkirin û diyarî dan zarokan.
Zarokên ku diyarî hildan kêfxweş bûn lê dema pifik dîtin tirsiyan û ji ber ku nizanin ew çi ye giriyan.
Bavê zarokan hewl dan ku zarokên xwe yên tirsiyayî aram bikin.
- "Zarokan pifik jî nedîtine"
Kadîr Erolê (36) yek ji dildarê TDVyê ye û li Almanyayê di qada komputerê de dixebite ji nûçegihanê AAyê ra got wî zikata xwe daye malbatekê, paşê şekir û pifik diyariyê zarokên malê kiriye.
Erol got dema wî pifî pifikê kiriye zarokên malê giriyane û wiha dewam kir: "Zarokan heta niha qet pifik jî nedîtine, giriyan. Min kir û nekir aş nebûn. Min dîsa şekir da wan lê dîsa jî aş nebûn. Paşê bavê wan hat zarokên xwe birin. Li Almanyayê zarok hê biçûk in gelek pifikan dibînin. Lê zarokên li vir pifikekî jî nedîtine, jê ditirsin."
Saziyên cuda ên Tirkiyeyê û xêrxwaz li Burkîna Fasoyê bîrên avê vedikin, navendên tenduristiyê an jî mekteban didin çêkirin, alîkariya xurek, cil û bergan dikin.
TDVyê heta niha 35 bîrên avê li Burkîna Fasoyê vekirin, 19 hezar û 684 parên qurbanê li feqîran belav kir.