İbrahim Atmaca
03 Adar 2020•Rojanekirin: 04 Adar 2020
Rejima Beşşar Esed a li Sûriyeyê Balyozxaneya Şamê ya Lîbyayê da qaşo hikûmeta Xelîfe Hafterê pêşengê hêzên çekdar ên nemeşrû ên rojhilata welêt û bû rêvebiriya ewil a ku vê hikûmetê nas dike.
Li gor SANAya ajansa nûçeyan a rejima Esed, Balyozxaneya Şamê ya Lîbyayê piştî 8 salan dîsa dest bi fealiyetê kir û rejima Esed balyozxane da qaşo hikûmeta alîgirê Hafter.
Rejima Esed bi nûnerên qaşo hikûmeta alîgirê Hafter ra mitabaqat îmze kir û bû rêvebiriya ewil a ku vê hikûmetê nas dike.
Hikûmeta Mitabaqata Neteweyî ya li Paytext Trablusê li cem Neteweyên Yekbûyî wek nûnerê meşrû yê Lîbyayê tê zanîn.