Elif Orhan
09 Adar 2018•Rojanekirin: 09 Adar 2018
CENEVRE
Hat ragihandin ku karwana arîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî ya dihat payîn ku îro bişînin Xûteya Rojhilatê ya bin eblûqeya rejima Beşar Esed de ji ber ku destûra gihana "ewledar" û "bêasteng" behat pêkanîna nekarî ku biçe herêmê.
Digel banga ku duh Antonio Guterresê Sekreterê Giştî yê NYê ji bo destûra derbasbûnê bidin karwanê kir jî ji ber êrîşên bênvaber ên rejima Esed arîkariyên mirovî yên acîl îro jî negihan Xûteya Rojhilatê.
Di daxuyaniya ku ji ser hesaba çapemeniya civakî ya Ofîsa Kordînasyona Karên Mirovî ya NYyê (OCHA) hat dayîn de hat gotin ku "NY û hevkarên wê îro nekarîn ku biçin Xûteya Rojhilatê. Lê belê li Sûriyeyê ji bo ku ji mirovên hewcedar re arîkarî bişînin Dûma û herêmên dorpêçkirî û gihana wan zor amade disekinin."
Di daxuyaniyê de banga xwe ya ji bo ku destûra gihana bêasteng a "ewledar" û "bêasteng" bidin karwana ku tê de arîkariya mirovî ya têrî 70 hezar sivîlî dike heye banga xwe dubare kir.
- Berdevkê OCHAyê gotibû ku "bêhêvî" ye
Berdevkê OCHAyê Jens Laerke di civîna çapemeniyê ya ku du roj beriya niha kiribû de bal kişandibû ku ji 46 TIRên di karwana arîkariyê ya NYyê ya ku duşema borî şandin Xûteya Rojhilatê 10 TIR bêyî ku melzemeyên arîkariyê bidane Xûtaya Rojhilatê mecbûr ma paş de vegere 4 ji wan jî qismî hatin valakirin.
Berdevk Lareke diyar kiribû ku heke rejim îxlala agirbestê bidomîne di mijara ji Xûtaya Rojilatê re şandina karwanên arîkariyê de bêhêvî ye.
Laerke gotibû ku "Em li herêmê bûn şahidê dramekî mezin. Karwan giha herêmê negiha dîsa bombebaranê dest pê kir û em mecbûr man ku paş vekêşin. Me ji bo ku em arîkariyê bigihînin 70 hezar sivîlî destûr sitandibû. Di vê çarçoveyê de me duh hewl da ku em xwe bigihînin 25 hezarî lê ji ber ku hin TIR paş vegeriyan em tam nizanin ka arîkarî giha çend sivîlî. Em car din bang dikin ku li Xûteya Rojhilatê riayetê agirbestê bikin."
- Rejimê agirbest bi cî neanî
KENY bi biryara ku di 24ê sibatê de sitand di serî de Xûteya Rojhilatê xwestibû ku li tevahiya Sûriyeyê agirbesta mirovî bê îlankirin.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê de îlan kiribû ku agirbest dê her roj di navbera 09.00-14.00ê de (Bi saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku dê rejim jî vê yekê pêk bîne.
Li Xûteya Rojhilatê ya bin kontrola mixalifan de nêzî 400 hezarî mirov dijîn û ev nêzî 5 salan e hewl didin ku di bin eblûqeyê de bijîn.
Li Xûteya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok nêzî 400 hezarî sivîl dijîn. Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûteya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.