Adham Kako
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
XÛTEYA ROJHILAT
Di êrîşên ku rejima Beşar Esed û piştgirên wê digel birayên "agirbesta mirovî" ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û agirbesta 5 saetî ya Rûsyayê birin ser cî û warên Xûteya Rojhilatê de îro 28 sivîl mirin.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Parastina Sivîlan a li Xûteya Rojhilatê hatin bidestxistin hêzên rejimê û Rûsyaya piştgira wê digel biryara agirbestê ya KENYê îro jî li Xûtaya Rojhilatê xist.
Ji berdestê sibê ve êrîşên asîmanî birin ser cî û warên sivîlan ên li navçeyên Dûma û Haresatayê û bajarokên Seqba, Arbîn, Hamuriye, Beyt Sava, Cisrîn, Mîsraba Kefer Batnaya ser Xûteya Rojhilatê ya ku bin kontrola mixalifan de ye.
Di bombebarana ku balafirên şer ên rejim û Rûsyayê birin ser Hamuriyeyê de piranî jin û zarok 20 sivîl mirin.
Di êrîşên asîmanî yên ku ji sibê ve dibin ser cî û warên cuda yên Xûteya Rojhilatê de li Seqbayê 4, li Cisrînê 3 li Harestayê jî sivîlek mir.
Bi vî awayî jimara kesên ku di êrîşên rejim û Rûsyayê yên ji sibê ve de mirin derket 28an.
Ekîbên parastina sivîl birîndar birin cihên tenduristiyê û ji ber êrîşên ku dewam dikin û jimara miriyan zêde bibe.
- Di 17 rojên dawîn de 862 sivîl mirin
Li gor daneyên parastina sivîlan di êrîşên asîmanî û bejayê yên hêzên rejimê û piştgirên wê yên di navbera 19ê sibatê-6ê adarê yên ser Xûteya Rojhilata ku bin kontrola mixalifan de ye de 834 sivîl mirin.
Li Xûteya Rojhilatê bi êrîşên îro re jimara kesên ku di 17 rojên dawîn de mirin derket 862yan.
KENY bi biryara ku di 24ê sibatê de sitand di serî de Xûteya Rojhilatê xwestibû ku li tevahiya Sûriyeyê agirbesta mirovî bê îlankirin.
Rûsyayê piştî biryara KENYê di 27ê sibatê de îlan kiribû ku agirbest dê her roj di navbera 09.00-14.00ê de (Bi saeta Tirkiyeyê 10.00-15.00) dest pê bike û îdia kiribû ku dê rejim jî vê yekê pêk bîne.
Li Xûeya Rojhilatê ya bin kontrola mixalifan de nêzî 400 hezarî mirov dijîn û ev nêzî 5 salan e hewl didin ku di bin eblûqeyê de bijîn.
Li Xûteya Rojhilat ku di kontrola muxalifan da ye, nîvî jê zarok nêzî 400 hezarî sivîl dijîn. Ligel ku di peymanên Astanayê da Xûteya Rojhilat jî wekî herêma bêşer hatibû ragihandin, lêbelê rejima ku Rûsya garantorê wê ye, ji nîsana çûyî vir va dorpêça xwe ya li herêmê bêtir tîne hev. Li herêma ku her diçe qeyrana mirovî lê kûrtir dibe bi sedan jê acil, bi hezaran nexweşên sivîl li benda texliyeyê ne.