Ahmet Aydın
05 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
XÛTEYA ROJHILAT
Tevî biryara agirbestê ya Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî û agirbesta 5 seatî ya Rûsyayê, di êrîşên îro yên rejima Beşşar Esed û alîgirên wê de yên dijî cihên curbicur niştecihiyê yên Xûteya Rojhilat a di bin eblûqeyê de, bi giştî 58 sivîlan canê xwe ji dest dan.
Li gorî agahiyên ku ji ekîbên Parastina Sivîlan (Kumsipî) li Xûteya Rojhilat hat sitendin, di êrîşên îro yên rejima Esed û alîgirên wê de yên dijî cihên curbicur niştecihiyê yên Xûteya Rojhilat, bi giştî 58 sivîlan canê xwe ji dest dan.

Rejim Esed tevî biryara Konseya Ewlekariya NYê û piştî ragihandina agirbesta Rûsyayê ya her roj di navbera seat 09.00-14.00 (bi seata Tirkiyeyê 10.00-15.00) de, êrîşên xwe didomîne.
Di êrîşên asîmanî yên li herêma Cisrînê 11, li Hammûriyeyê 8, li Harestayê 9, li Dûmayê 2, li her yek Seqba û Zemelqayê 3, li her yek Eşar û Kefer Betnayê jî sivîlekî canê xwe ji dest da. Herwiha li Kefer Batnaya girêdayî Xûteya Rôjhilat de 20 sivîl mirin.
Bi vê re digel êrîşên ku destê êvarê jî dewam kirin, hejmara sivîlên kuştî yên li Xûteya Rojhilat gihîşt 58an. Di 15 rojên dawîn de jî hejmara kuştiyan gihîşt 814an.