14 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2016
EZEZ
Li Sûriyê artêşa rejima Beşar Esed û milîsên şîe yên fermandeya Îranê agirbesta rojhilata Helebê binpê kir û dest pê kir û herêma dorpêçkirî bi çekên giran va gulebaran dike.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ragihand, ku hê li rojhilata navenda bajêr e, ji xetên eniya hêzên rejimê saet 10.30î pê va avêtina top û hewanan dest pê kir.
Di nav 40 deqîqeyên dawîn da bi dehan top û hewan avêtin cihên ku di bin kontrola mixalifan da ne û ji 6 kîlomêtrekareyan pêk tê.
Bi navbeynkariya Tirkiyeyê va di navbera hêzên rejimê ku Rûsya pêşengtiyê dike û mixalifan da duh di saet 19.00an da agirbest hat ragihandin û êrîş sekinîbûn.
Bi agirbestê wê sivîlên dorpêçkirî û mixalifên çekdar bihatana tehliyekirin û wê ji herêmê birîndar û paşê sivîl û komên mixalifên çekdar neqlî Îdlibê bikirana.
Îdlib dikeve başûrê rojavayê Helebê û di kontrola mixalifan da ye û dikeve tûşa Hatayê.