LONDRA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu destnîşan kir ku ji bo Sûriyeyê stratejiyeke berfireh lazim e û wiha got: "3 kom hene ku em wan li sînorê xwe naxwazin: Rejima Sûriyeyê, DÎŞI û PKK. Ev dijminên Tirkiyeyê ne."
Davutoglu der barê geşedanên li Kobanêyê û mijara DÎŞI û Sûriyeyê de pirsên sernûçegihanê navneteweyî yê BBCyê Lyse Doucet bersivand.
Serokwezîr Davutoglu diyar kir ku Kobanê di şerê li Sûriyeyê de zehf girîng e û got ku Kobanê ji ber qeyrana li Sûriyeyê derket holê û wiha dewam kir: "Kobanê ji bo têkoşîna dijî terorê ya li Sûriyeyê û têkoşîna dijî DÎŞIyê de bûye sembol."
Davutoglu li ser pirsa "Çûna pêşmergeyan a li Kobanêyê wê qedera şer biguherîne yan na?" jî wiha got: "Helbet ev têrê nake, lê ji bo ku bê zanîn Kobanê ne tenê ye girîng e. Xilaskirina Kobanêyê di civaka navneteweyî de bû sloganeke girîng."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku ji bo xilaskirina Kobanêyê û dorberê Kobanêyê operasyoneke leşkerî pêwîst e û wiha got: "Dewletên din naxwazin ji bejayê ve midaxeleyî Kobanêyê bikin. Rêya herî maqûl ew e ku ji bo aştiyê hêzan bişînin. Lê ve hêz kîjan nin? Pêşmerge û Artêşa Sûriyeya Azad. Tirkiye piştgirî dide ku pêşmerge û Artêşa Sûriyeya Azad û amade ye ku ji ser Tirkiyeyê re derbasî Kobanêyê bibin."
Davutoglu li ser pirsa ku "Kurdên Sûriyeyê bertek nîşan didin hêzên Artêşa Sûriyeya Azad derbasî Kobanêyê bibin. Hun çi difikirin?" wiha got: "Li Sûriyeyê tenê PYD tuneye û partiyên ku piştgiriyê didin KDPyê jî hene. PYD naxwaze zêde pêşmerge bên eniyê û dil nake ku bi Artêşa Sûriyeya Azad re hevkarî were kirin. PYD çi ji me hêvî dike?"
Davutoglu destnîşan kir ku bi pêşmerge û Artêşa Sûriyeya Azad re mizakere hat kirin û wiha got: "Pêşmerge û Artêşa Sûriyeya Azad gotin ku em amade ne herin û me jî êrê kir. Heger dewletên din, Amerîka û Ewropa jî bixwaze hêzên xwe bişîne em nabêjin na."
Davutoglu li ser îdiayên ku dibêjin Tirkiye piştgiriyê dide DÎŞIyê de wiha got: "Na na, divê em pêşiyê têgehan baş fehm bikin. Ew ne Îslamî ne. Him ji bo Tirkiye û him jî ji bo alema Îslamê talûke ne. Hemû şiroveyên dogmatîk ji bo Îslamê talûke ne."
Serokwezîr Davutoglu li ser têkiliya di navbera pêvajoya çareseriyê û Kobanêyê de jî wiha axivî: "Me deriyên xwe ji bo penaberan re vekir. Welatiyên me yên kurd dizanin ku me alîkariya kurdên Kobanêyê kir."
Serokwezîr Davutoglu destnîşan kir ku ji bo Sûriyeyê stratejiyeke berfireh lazim e û wiha got: "3 kom hene ku em wan li sînorê xwe naxwazin: Rejima Sûriyeyê, DÎŞI û PKK. Ev dijminên Tirkiyeyê ne."