BALIKESÎR
Tê diyarkirin ku reşegul li ser rûyê erdê ji xwe ve tenê li Xelfetiya navçeya Rihayê çêdibin. Cureyên reşegulan ên ku li Hollandayê di serayan de hatin çandin û pişt re anîn Tirkiyeyê û 3 - 5 salan dikarin bimînin heta 100 lîreyî tê firotin.
Altan Engînê ku li Balikesîrê gulfiroşiyê dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got bikêr ji gulan herî zêde gulên sor û spî tercîh dikin.
Altan got ji ber ku bihayê reşegulan gelek zêde ye tenê ew kesên ku rewşa aboriya wan baş in dikarin reşegulan bistînin û wiha axivî:
"Bihayên gulên normal di navbera 7 û nîv û 10 lîreyî de diguhere. Meraqdarên reşegulan zehf in lê gelek kes dema bihayê wê dibihîzin nastînin. Guleke normal herî zêde 10 lîreyî ye lê bihayê reşegulan heta 100 lîreyê derdikeve, heta aranjmaneke taybet bê xwestin ev biha zêdetir dibe. Emrê reşegulan jî cuda ye. Reşegula ku li serayê hatiye çandin herî kêm sê salan dimîne, heke baş lê binêrin 5 salan dimîne."
Altan qal kir ku tê zanîn ku reşegul li ser rûyê erdê ji xwe ve tenê li Xelfetiyê çêdibin û da zanîn ku li dikana wî cureyên reşegulan ên ku li Hollandayê di serayan de hatine çandin hene.
Altan destnîşan kir hin agahî hene ku orijîna reşegulan Fransa ye lê ev reşegul êdî wir nagihêjin û wiha axivî: "Li Hollandayê serayên gelekî mezin û pêşketî hene. Dema hewceyiya me çêbe em ji Hollandayê tînin. Reşegul wekî sembola hêz, ewlehî û cesaretê tê nîşandan. Dema reşegulan didin xoşewîstên xwe tê wateya 'em hêzdar bin, serbilind bin serî netewînin û têkoşînê bidin.'"