Mohammed Majed,Halime Afra Aksoy
29 Mijdar 2023•Rojanekirin: 30 Mijdar 2023
Di çarçoveya mitabaqata "navbera însanî" ya navbera Îsraîl û Hemasê da roja sêşemê ji Deriyê Sînor ê Refahê ra 200 TIRên alîkariyê derbasî Xeta Xezeyê bûn.
Dîrektorê Medyayê yê Deriyê Sînor ê Refahê Waîl Ebû Muhsin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û der barê alîkariyên ku gihîştin herêmê da agahî da.
Ebû Muhsin diyar kir ku duh 200 TIR alîkarî gihîşt Xeta Xezeyê û got ku di nava alîkariyê da 4 TIR barê wan xaz e û 3 TIR barê wan 150 hezar lître neft e û her wiha yên din jî barê wan av, xida û derman e.
Ebû Muhsin diyar kir, tê payîn ku îro jî alîkariya însanî derbasî Xeta Xezeyê bibe.