Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz der heqê êrîşa li ser xeta boriyê ya xazê ya Baku-Tiflîs-Erziromê da wiha got: "Ji destê wan were wê ne tênê birayên me yên li Çukurcayê, wê welatiyên me yên li Nîşantaşiyê jî bê ceyran û bê xaz bihêlin."
Yildiz der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da û wiha got: "Bi şev li texma gundê Yagbasana Sarîqamîşê rêxistina terorê ya cihêxwaz êrîşî xetê kir û ji ber êrîşê şandina xazê hat birîn."
Yildiz destnîşan kir ku heta niha êrîşî xeta ceyranê ya li Silopiyê, xeta boriyê ya xazê ya Îran-Tirkiyeyê, xeta boriyê ya neftê ya Kerkûk-Yumurtalikê, navenda trafoyê ya Mêrdînê û xeta ceyranê ya Çukurcayê kirin û got ev êrîş zirarê dide welatiyên li herêmê û wiha dewam kir: "Herî zêde xelkê herêmê zirarê dibîne. Welatî gilîdar in û ji rêxistina terorê aciz in. Îşev jî êrîşî xeta boriyê ya xazê ya Baku-Tiflîs-Erziromê kirin. Ev êrîş nîşan dide ku qesta hizûr û refaha welatiyên li herêmê dikin."