Abdullah Tel
05 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 06 Cotmeh 2018
ANKARA
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca: "Em nikarin siheta zarokên xwe bikin qurbana wan promosyon û reqabeta ku ji bo di bazirganiyê da zêdetir par bê hildan, tên kirin."
Wezaretê daxuyanî da û ragihand ku Wezîrê Tenduristiyê Koca li Arjantînê beşdarî lûtkeya G20ê bû û di rûniştina "Malnutrîsyon: Pirsgirêka Obezîteyê û Kîloyên Zêde yên Heyama Zarokatiyê" da xîtabî beşdaran kir.
Di axaftina xwe da Koca bal kişand ser mijara obezîteyê û ragihand ku bila di polîtîkayên vê meseleyê da pêşvebirin bên kirin û wiha pê da çû: "Ji bo parastina zarokên xwe divê em wan ji tiştên bi zirar dûr bigirin, muemeleya li ser bedenê ya ji bo sihetê divê ji bo wan bibe kurm û lazim e li gor wê jî em cih û deran ava bikin. Ya herî girîng jî ew e ku divê em wan faktorên bazirganiyê yên obezîteyê derdixin holê û wê keda xebata me beredayî derxin, berteref bikin. Ez dixwazim balê bikşînim ser vê, em nikarin siheta zarokên xwe bikin qurbana wan promosyon û reqabeta ku ji bo di bazirganiyê da zêdetir par bê hildan, tên kirin."
- Tirkiye ji bo têkoşîna li hemberî obezîteyê tewdîrên xwe hildide
Di daxuyaniyê da encamên Lêkolîna Qelewbûna Heyama Zarokatiyê ya Tirkiyeyê ku Wezareta Tenduristiyê bi hevkarî tevlî Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê kiribû jî hat dayîn. Li gor lêkolînê ji sedî 9,9 zarokên diçin pola duyemîn obezîte ne û ji sedî 14,6ên wan jî zêde qelew in.
Di lêkolîneke ku par hatibû kirin da jî li Tirkiyeyê di nav nifûsê welêt yê ku emrê wan 19 sal û jê mezintir e da sedî 32yên wan obez in û dema aciziyên ji ber obeziyê û nexweşiyên wê jî tên hesabkirin derdikeve holê ku maliyeta obezîteyê ya ji bo aboriya Tirkiyeyê 20 milyar lire ye.
Hat gotin ku Tirkiye di mijara obezîteyê da projeyên wek Bernameya Jiyaneke Bitevger û Xwarinên Bisihet kir rewacê û hekîmên malbatê jî nexweşên obezîteyê ji nêz va dişopînin û şêwirmendiya wan dikin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Hekîmên malbatê nexweşên obezîteyê ji nêz va dişopînin û şêwirmendiya wan dikin. Îsal li pênc bajaran û şeş navenda wek sepandina pîlot Navendên Obezîteyê hatin vekirin û ji bo ku ev navend li 81 bajarî bên vekirin hewl tê dayîn.
Bi çarçoveya bernameya Xwarinên Dostê Dibistanê da li kantînan şekir, çiqolete, vexwarinên bixaz û yên vejenê hatin qedexekirin. Ji bo hin xwarinên şirîn û bixwê jî rêgez hatin kifşkirin. Di bernameyên zarokan ên têlevizyonan tên weşandin da weşandina reklamên berçovan hatin qedexekirin. Li dibistana saetên dersa bedenê hat zêdekirin.
Dîsa di çarçoveya Bernameya Kêmkirina Zêde Xwê Xwarinê da xwêya tevlî nan, penêr, zeytûn, salçe û îsotê dikirin hat kêmkirin."