Nivîskar û rojnamevan Fehîm Işik der barê vê komxebatê de daxuyanî da nûçegihana AAyê. Işik di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hewcedarî bi komxebateke wiha heye û ev pir girîng e. Işik wiha axivî:
“Komxebateke bi vî rengî bêguman girîng e. Her wiha hewcedarî bi vê yekê heye. Lê ev komxebata her çi qas ne tiştekî biçûk be jî, divê em bizanibin ne gava yekemîn e. Berî niha bi salan û heta roja me, kurdan bi dehan caran xebatên bi vî rengî pêk anîne. Kêm zêde, bi qasî derfet û pêkanînên xwe ji komxebatan encam jî derxistine. Hêvî ew e ku di xebatên bi vî rengî de, her kes û hemû saziyên kurdan jî bikaribin bi azadî ciyê xwe bigrin û her weha bikaribin ji encamên komxebatê sûd werbigrin.”
Işik destnîşan kir ku komxebat ji hêla ajansa dewletê û zanîngehên dewletê ve tê lidarxistin û wiha pê de çû:
“Heke saziyên dewletî, ango Ajansa Anadoluyê û zanîngehên hevpar ya komxebatê, ne li gor hest û berjewendiya dewletê, lê li gor hest û berjewendiya gelên Tirkiyê tevbigerin, ez bawer im encam dê zêdetir bi bandor be. Ji bo vê yekê jî hem di hilbijartina beşdarvanên komxebatê de, hem jî parastin û belavkirina encaman de Ajansa Andoluyê û hevparên komxebatê divê zêdetir zelal tevbigerin û bi taybet Ajansa Anadoluyê, di nûçegihaniyê de esasên navneteweyî bikaribe bi awayekî demokratîk bi kar bîne.”
Işik daxuyand ku ev komxebat dê li ber nûçevan û rojnamevanan rêyekî veke û wiha got:
“Her sê sazî jî di warê xwe de profesyonel û xwedî derfet in. Her wisa di warê rojnamegeriyê de hevkariya bi zanîngehan re jî gelekî girîng e. Heke her tişt li gor esasên rojnamevaniyê were nirxandin, ev komxebat dê rê jî li ber nûçevan û rojnamevanan veke. Ji alî din ev hevkarî, ew ê piştgiriya zanist û pratîkê jî zêdetir xurt bike.”