Önder Beyter
24 Mijdar 2019•Rojanekirin: 26 Mijdar 2019
Gelê Romanyayê ji bo hilbijartina serokomar îro diçe ser sandoqê.
10ê mijdarê roja yekşemê di tûra yekemîn a hilbijartinan da ji ber ku tu namzedî rêjeya 50+1 bi dest nexist, hilbijartina serokomariyê mabû gera duyemîn.
Li gorî encamên teqez ên Buroya Hilbijartinê ya Navînî (BEC), di gera yekemîn da serokomarê heyî Klaus Iohannisê namzedê Partiya Lîberal a Neteweyî (PNL) ji sedî 37,82yê dengan, namzeda Partiya Demokratên Sosyal (PSD) Viorica Dancilayê jî ji sedî 22,26ê dengan wergirtibûn û îro jî di gera duyemîn da hatine hemberî hev.
Li welatê ku qedera 18 milyon dengdêrên wê yên tomarkirî hene, miemeleyên dengdayînê bi dema Tirkiyeyê di saet 08.00an da dest pê kirin.
Di gera yekemîn da beşdariya hilbijartinê di sedî 47,66an da mabû.
Serokomarê heyî Klaus Iohannis wekî favoriyê hilbijartinê tê destnîşankirin.
Herwiha tê pêşbînîkirin ku encamên destpêkê yên hilbijartinê dê bi dema Tirkiyeyê di saet 22.00yan da bên eşkerekirin.