Di hefteyên borî de 88 endamên Kongreya Amerîkayê nameyek îmze kiribûn û dabûn Wezirê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry. Di nameyê de hatibû gotin ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tune û ji ber binçavkirina rojnamevanan ew bi fikar in. Divê rayedarên tirk re ev mijar bê axaftin.
Derket holê ku rêxistina paralel 300 hezar dolar daye ji van 88 kesan 22an û 18 parlementer an jî alîkarê wan jî ji bo gerê aniye Tirkiyeyê.
Hat ragihandin ku Matt Salmonê ku di vî karî de rasterast xwedî roleke girîng e jî, par di vê çarçoveyê de birin Tirkiyeyê.
Salmon nexwest ku pirsên rojnamevanan bibersivîne. Endamên Kongreyê yên din ên ku bi îmzeya xwe ve piştgirî dabûn vê nameyê jî gotin ku ofîsa Salmon ji naveroka vê nameyê û rastiya wê berpirsyar e.
Komîsyona Hilbijartinê ya Federal a Amerîkayê bexşên hilbijartinê yên ku dane namzedên kongreyê weşand. Nûçegihanên AAyê li ser van daneyan lêkolîn kir. Li gor van daneyan hin sazî û kesên ku girêdayî rêxistina Fetullah Gulen gelek pere dane endamên kongreyê ku ew xebatên hilbijartinê de bi kar bînin.
Li gor vê di salên 2013 û 2014an de ji bo piştgiriya kampanyaya hilbijartinê ya 22 endamên kongreyê bê dayîn bi tevahî 300 hezar dolar pere alîkarî hatiye dayîn.
Ji Henry Cuellarê endamê kongreyê yê ji Teksasê (90 hezar dolar), ji bo Al Green (64 hezar dolar) û ji bo Robert Aderholtê ji Alabamayê jî (24 hezar dolar) alîkarî hat dayîn.
- Ji bo endamên Kongreyê herin Tirkiyeyê bigerin jî pere hat dayîn
Agahiyên malpera fermî ya Meclisa Nûneran "clerk.house.gov" nîşan dide ku saziyên girêdayî rêxistina paralel Matt Salmonê berpirsyarê vê nameyê, Emanuel Cleaver jî di nav de 22 endamên kongreyê an jî xebatkarên ofîsê di sala 2013 û 2014an de ji bo gerê birine Tirkiyeyê.
Ji bo gera van kesan 171 hezar dolar pere hatiye xerckirin. Hat ragihandin ku rêxistina paralel ji bo kampanyaya hilbijartinê piştgirî daye 4 endaman.