HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî got ku ji ber penaberên ku xwe sipartin herêma wan demografiya herêmê guherî.
Li Hêwana Konferansê ya Saad Ebdullah a li Hewlêrê konferansa "Bandora Penaberan a li Ser Herêma Kurdistanê" hat lidarxistin. Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî, Alîkarê Serokwezîr Kûbat Talabanî, Wezîrê Plankirinê Elî Sindî û Nûnerê Bankeya Dinyayê ya Iraqê Robert Baw Jûdy beşdarî konferansê bûn.
Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di konferansê de axivî û got ku ji ber penaberên ku hatin herêmê demografiya Herêma Kurdistanê xirab bû.
"Demografiya herêmê guherî"
Barzanî got ku alîkarîdayîn berpirsiyariya exlaqî û însanî ye û wiha dewam kir: "Zêdetirî milyon û nîvekî penaber hatin herêma Kurdistanê, bi hatina wan re demografiya herêmê guherî. Di nava salekê de serjimara Kurdistanê ji sedî 28 zêde bû. Li hin herêman hejmara penaberan ji niştecihên wir zêdetir e. Ji ber vê yekê barê perwerdekirin, xizmetên tendûristî, bicihûwarkirin û xebitandinê yê herêma Kurdistanê girantir bû. Ji ber hatina penaberan li herêmê rêjaya bêkariyê zêde bû."
Barzanî wiha dewam kir: "Hikûmeta Iraqê heta vê rojê girîngî nedaye penaberên li Herêma Kurdistanê û li ser vê mijarê nesekiniye. Ji ber vê yekê alîkarî jî nedaye herêmê. Ji bo herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê çareser bike pêdivî bi milyar û 400 milyon dolarî heye."
Bandora şerê navxweyî ya li Sûriyeyê ya ser Iraqê
Barzanî got ku bandora şerê navxweyî ya Sûriyeyê ser Iraqê zêde ye û rewş wiha nirxand:
"Bandora şerê li wir qewimî ser Iraqê heye. Bi sed hezaran însanî xwe sipart herêma me. Me jî di çarçoveya prensîbên însanî û rêzikên navneteweyî de deriyên xwe ji wan re vekir. Heta qeweta me gihiştê me alîkarî da. Dîsa ji ber şerê li Iraqê dîsa bi sed hezaran însanî berê xwe da Herêma Kurdistana Iraqê. Pêla koçberiyê ya herî mezin di sala 2014an de pêk hat. Piştî ku rêxistina terorê ya DÎŞIyê Enbar, Selahaddîn û Mûsilê dagir kir, li kêmneteweyên li herêmê zilmeke mezin kir. Bi taybetî jî li êzdiyan zilm kir."
Sînorê di navbera HKI û DÎŞIyê de
Barzanî destnîşan kir ku li ser 1050 kîlometreyî sînorê herêma Kurdistanê şerekî dijwar kir û wiha dewam kir: "Hêzên me yên pêşmerge bi şerekî ku nedipan re rûbirû man. Lê bi can û xwîna xwe şerefa herêma Kurdistanê parastin. Van hemû bûyeran di kurtedemeke de rûdan û ji bo van tu amadehî nahatibûn kirin û planên stratejîk tunebûn. Hikûmeta Iraqê jî qeyrana ku li herêma Kurdistanê pêk hat kûrtir û dijwartir kir. Mehaneya karmendên herêmê birî, ji hêla budçeya herêmê ve pirsgirikê derxist holê. Ji ber vê yekê herêma Kurdistanê bi qeyraneke malî ya mezin re rûbirû ma."
Barê Kurdistanê giran e
Nûnerê Bankeya Dinyayê ya Iraqê Robert Baw Jûdy jî got: "Komuya navneteweyî ji ber şert û mercên herêma Kurdistanê ya ku di nav de ye bi fikar e. Herêma Kurdistanê ji ber penaberên ku ji herêmên cuda hatine û xwe sipartine herêmê ketiye binê barekî giran. Divê raya giştî ya dinyayê ji bo vê bi lez û bez çareseriyekê bibîne."