Ahmet Aydın
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2018
DUHOK
PKKya rêxistina terorê ya ku li Şingala navçeya Mûsila Iraqê bi cih bûye, bi zorê zarokên Êzidî çekdar dike.
Berdevkê eşîrên Erebî li Mûsilê Muzaxim Ehmed Huweysî derbarê fealiyetên terorî yên PKKê, kampên wê û hejmara çekdarên wê, daxuyanî da nûçegihanê AAyê.
Huweysî anî ziman ku rêxistin bi zorê zarokan çekdar dike û wiha got, "PKK li navçeya Şingalê zêdetir ji 100 zarokî revand û çek dan destê wan. Rêxistina terorê piştî ku li Şingalê perwerdeyê dide zarokan, ji bo ku beşdarî refên YPG/PKKê bibin, wan dişîne Sûriyeyê."
- "Li Şinagalê 5 kampên PKKê hene"
Huweysî destnîşan kir ku rêxistinê ji 150î zêdetir tunel vedane û wiha pê de çû:
"Ev tunel li navenda navçeyê û li Çiyayê Şingalê hatine vedan. 5 kampên PKKê li Şinagalê hene. Li van kampan jî nêzîka 5 hezarî çekdar hene."
Huweysî derbarê hejmara çekdarên PKKê yên li Şingalê jî wiha got, "Li her yek ji wan kampan nêzîka hezar çekdarî qeydkirî ne. Li Şingalê bi giştî 5 hezar çekdarên PKKê hene. Herwiha bi sedan çekdarên ku ne qeydkirî ne jî hene."
Huweysî ji bo paqijkirina deverê ji PKKê, daxwaza piştgiriyê ji Tirkiyeyê kir û got, "Em weke serkirdeyên eşîrên Erebî yên Mûsilê, di warê midaxeleya Tirkiyeyê ji bo nehiştina fealiyetên PKKê li herêmê, hemfikr in."