Muhammet Kurşun
22 Îlon 2018•Rojanekirin: 23 Îlon 2018
TEHRAN
Hesen Rûhaniyê Serokê Îranê got tiştên hatin serê Sedam Huseynê serokê jitextdaxistî yê Iraqê ku peyman xirab kir wê bên serê Donald Trumpê Serokê Amerîkayê jî.
Rûhanî li Tehrana paytext di merasima ji bo salvegera 38an a şerê Îran-Iraqê hat lidarxistin da axivî.
Rûhanî di axaftina beriya êrîşa çekdarî ya li Ehwazê kir da diyar kir ku piştî 38 salan bi aliyê ku Sedam teşwîqî şer dikir ra rû bi rû ne, Amerîkayê "12 salan zext û mueyîda anîn serê gelê Îranê" paşê hat ser maseyê rûnişt ji bo hevokekê kesên li dora maseyê 17 rojan birin û anîn.
Rûhanî îdia kir ku peymana nukleerê kêrî herêmê û dinyayê tê û wiha pê da çû: "Lêbelê çîroka Sedam li vê derê jî derkete holê û piştî 38 salan şer dîsa dest pê kir. Lêbelê wê çaxê dewleteke bi Amerîkayê ra dixebitî di şer da bû îro jî şerê wekaletê tune. Amerîka bi xwe li dijî gelê Îranê şer dike."
Serokomar Rûhanî got ku Trumpê jî wekî Sedam peyman xirab kir û aqubeta hat serê Sedam yê bê serê rêberiya Amerîkayê ya li ser kar.
- Şerê Îran-Iraqê
Şerê Îran-Iraqê ya kete nav bûyerên girîng ên sedala 20î di navbera 22yê îlona 1980 û 20 tebaxa 1988an da qasî 8 salan dewam kir.
Ji ber îxtilafên sînor û kontrola çemên avê di navbera herdu dewletan da ragêşî hebû. Di heyama Mihemed Riza Pehlewiyê Şahê Îranê da di 1975an da Peymana Cezayirê hatibû çêkirin û rageşî kêm bibû. Lêbelê hê ser Peymana Cezayirê ra 5 sal derbas nebibû di seroktiya Ayetullah Ruhullah Xumeynî da li Îranê di sala 1979an da şoreş hat kirin, pireyên dîplomatîk ên di navbera herdu welatan da hatin xirabkirin.
Bi piştgiriya hin dewletên herêmê va Sedam Huseyn heqê xwe yê li ser Şatulereba rêya avê xiste hincet û şer îlan kir.
Herdu welatan Tehran û Bexdaya paytextê hevdu dan ber bombeyan. Gelek sivîl û esker hatin kuştin, zirareke madî ya mezin çêbû. Bi biryara Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya bi hejmara 598an va di 20ê tebaxa 1988an da şer xilas bû.