Türkan Tosun
24 Îlon 2019•Rojanekirin: 25 Îlon 2019
Wezîrê Karên Derva yê Îranê Cewad Zerîf ji ber êrîşa tesîsên neftê ya Erebistana Siûdî ji ber ku ew Îranê berpirsyar digrin bertek nîşanî Fransa, Almanya û Îngiltereyê da.
Zerîf li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê êrîşa li hemberî Siudî Aramcoyê ya di 14ê Îlonê da çêbû, Fransa, Almanya û Îngiltere ji ber vê êrîşê Îranê berpirsyar nîşan didin da peyamek weşand.
Wezîr Zerîf bertek nîşanî Fransa, Almanya û Îngiltereyê da û got ew bêyî destûra Amerîkayê nikarin sozên xwe yên peymana nukleerê bi cih bînin.
Zerîf got ji Gulana 2018an vir va tevgera van welatan a di mijara peymana nukleer da eşkere li holê ye û wiha dewam kir: "Piştî ku Amerîka vekişiya 3 welatên YEyê sozên xwe yên ji bo peymana nukleerê bi cih neanîn, di vê mijarê da bi ser neketin. Ev pirsgirêk bi nîşandana îradeya bihêz, şopandina rêyeke serbixwe, îdiayên Amerîkayê yên pûç wek tûtiyan nedubarekirinê û şopandina peymana nukleerê va dikare bê çareserkirin."
Der barê peymaneneke nû ya nukleerê da jî got heta ku welatên YEyê guh nedin peymana heyî, tu carê wê peymaneke nû neyê îmzekirin.
Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel, Serokwezîrê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson ên ji ber Civîna Lijneya Giştî ya 74emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) li New Yorka bajarê Amerîkayê ne duh daxuyaniyeke hevpar dabûn.
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin: "Eşkere ye ku berpirsyarê vê êrîşê Îran e. Tu daxuyaniyeke din a maqul tune. Ji bo ku em xwe bigîhinin zêdetir hurgiliyan, em piştgiriyê didin lêpirsîna ku tê kirin."