25 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 26 Cotmeh 2019
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov got ku heke YPG/PKKya rêxistina terorê ji bakurê Sûriyeyê li herêma diyarkirî venekişe dê polêsên eskerî yên Ûris di nav wan da nesekine bi vî awayî dê bi Artêşa Tirkiyeyê ra rû bi rû bimînin.
Peskov der barê li sehayê tetbîqkirina muxtireya ku di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat qebûlkirin daxuyanî da rojnamevanan.
Peskov diyar kir ku di çarçoveya mutebaqatê da xebatên berbiçav didomin û got ku "Ya rast dê rewş di şevekê da têkûz nebe. Niha hêzên me û wesayîtên me mihafizên sînor ên Sûriyeyê û wesayîtên wan li herêmên diyarkirî bi cî dibin."
Peskov got ku mutebaqata di navbera Tirkiye û Rûsyayê da li sehayê bi awayekî hesas tê tetbîqkirin û wiha axivî: "Helbet pirsgirêkên ku di merhaleya ewil da derkevin nayên paştguhkirin. Rewş gelekî aloz e û di şevekê da normalîzebûn çênabe. Karekî gelekî dijwar û hesas tê kirin."
Peskov qal kir ku di vê merhaleyê da têkiliyên bi nûnerên YPG/PKKya rêxistina terorê ra didomin û bi bîr xist daxuyaniyên ku rêxistin jî piştgiriyê dide mutebaqatê hatin dayîn. Berdevk Peskov got ku "Di dema van hevdîtinan da pêvajoya paşvekişînê diqewime. Karekê gelekî hesas tê kirin."
Peskov da zanîn ku heke YPG/PKKya rêxistina terorê ji herêma ku bi mutebaqata di navbera Tirkiye û Rûsyayê da hat qebûlkirin hat diyarkirin venekişe dê di sehayê da bi TSKyê ra rû bi rû bimîne û wiha axivî: "Heke hêmanên Kurd (YPG/PKK) û çek ji vê herêmê (ji bakurê Sûriyeyê) paşvenekişin bi awayekî tebiî dê mihafizên sînor ên Sûriyeyê û polêsên me yên eskerî di nav wan da nesekinin. Wê demê mixabin helbet dê hêmanên Kurd (YPG/PKK) û Artêşa Tirkiyeyê rû bi rû bimînin."
Berdevkê Kremlînê destnîşan kir ku civîna ewil a Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê ji bo çareserkirina qeyrana siyasî dê pêngaveke girîng be û ev gotin: "Civîna ewil a komîteyê di rêya çareseriya siyasî ya qeyranê da pêngaveke girîng e û encameke erênî ye. Lêbelê tu kes her tiştî erênî nabîne. Ev rê dê dirêj û dijwar be. Em hêvî dikin ku di her hal û karî da fealiyeta ewil a komîteyê dê pêk bê."