İbrahim Atmaca
24 Hezîran 2019•Rojanekirin: 25 Hezîran 2019
Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Ryabkov diyar kir, li dijî Îranê tengavkirinên nû wê rewşê xerab bike.
Ryabkov ji rojnamgeran ra gotina Serokê Amerîkayê Donald Trump a li dijî Îranê tengavkirinên nû wê têkevin rewacê, nirxand.
Ryabkov diyar kir, Amerîka ji dêvla ku diyalogê dayne, Îranê timî bi tengavkirinan tehdîd dike û wiha dewam kir: "Heke Amerîka li dijî Îranê tengavkirinên nû têxe rewacê, rewş wê xerab bibe. Ev encama pozîsyona zanayî û hedefkirî ye."
Ryabkov destnîşan kir ku di 28ê hezîranê da li Viyanaya paytextê Awisturyayê ji bo Plana Hevpar a Berfireh tê plankirin ku civîn were kirin û ev civîn wê di rewşên dijwar da derbas bibe û wiha dewam kir, "Welatên Ewropayî yên ku di vê peymanê da alî ne, ji bo ku helwesta dijî Îranê xurt bikin, bi Amerîkayê ra dest bi lîstikê kirin."
Serokê Amerîkayê Donald Trump berî niha gotibû ku tengavkirinên din ên dijî Îranê wê îro têkevin rewacê. Trump gotibû ku Amerîka alîgirê lihevkirinê ye û heke Îran tevkariyê qebûl bike ew ê ji bo tengavkirina poşman bibe.