Muhammet Kurşun
20 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
MOSKOVA (AA) - Wezareta Bergiriya Rûsyayê ragihand ku planeke wan a wek avakirina binkeyeke eskerî li Sûriyê tuneye.
Di daxuyaniya wezaretê ya ku li ser ajansa TASSê weşiya de, van îfadeyan cih gir: "Plana Rûsyayê ya wek avakirina binkeyeke eskerî li Sûriyê tuneye."
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku hêzeke aîdî navenda çavdêriya agirbesta Sûriyê ser bi Rûsyayê ve, ji bo "rêgirtina îxlalan" li nêzîkî Efrînê, li xetta PYD/PKK û Artêşa Azad a Sûriyê hatin bicihkirin.