Emre Gürkan Abay
22 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 23 Tîrmeh 2023
Waliyê Herêma Bolgorodê yê Rûsyayê Vyaçeslav Gladkov diyar kir ku artêşa Ukraynayê bi bombeyên xaran va êrîşî herêmê kir.
Gladkov daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Ukraynayê duh êrîşên curbecur birin ser herêma Belgorodê.
Di daxuyaniyê da Gladkov got: "Artêşa Ukraynayê di 21ê Tîrmehê da bi pergala roketavêjên pirane va êrîşî ser gundê Juravliyevkayê kir û 21 moşek û 3 jî bombeyên xaran avêt."
Gladkov destnîşan kir ku li hemberî hin gundên din jî êrîş hatin kirin û di êrîşan da kuştî û birîndar tunene.