Ali Kemal Akan
21 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2023
Serokomarê Komara Gel a Demokratîk a Cezayirê Ebdilmecîd Tebbûn li ser vexwendiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê îro bê Tirkiyeyê.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê daxuyanî weşand û ragihand ku Tebbûn li ser vexwendina Serokomar Erdogan wê Tirkiyeyê ziyaret bike.
Di hevdîna ku sibê wê li Stenbolê bê kirin da hemû têkiliyên di navbera Tirkiye û Cezayirê da wê bên qisekirin û ji bo pêşvebirina hevkariyan jî wê xebat bê kirin.
Tê payîn ku di hevdîtinê da li ser mijarên di rojevê da ne û yên herêmî û gerdûnî fikr û ramanên dualî bên parvekirin.