MOSKOWa
Di belgeya ku li ser malpera fermî ya Kremlînê cî girt de wiha hat gotin: "Em îradeya azad a ku gelên Qirimê di referandûma 16ê Adara 2014an de derxistiye li pêş çav digrin û di gel ku bajarê Sîvastopolê xwedî statuyeke taybet e, em Komara Qirimê wekî dewleteke serbixwe û desthilat nas dikin."
Ji hêleke din ve îro Pûtîn li Kremlînê di gel parlementerên ji refên ser û xwar ên parlementoyê, rêvebirên herêmî û nûnerên saziyên civaka sivîl ve ji bo nirxandina biryara girêdana Qirimê bi Rûsyayê ve dê bên bal hev.
- Biryarên yekalî
Li Komara Xweser a Qirimê girseya sereke Rûs in û gelhejmara wan jî, dora ji sedî 60 e û girseya parlementoyê jî ji nûnerên wan pêk tê. Hat têgihîştin ew kesên çekdar ên ku di 27ê Sibata 2014an de avêtine li ser parlementoyê leşkerên Rûs bûn. Di hevrûniştina 6ê adarê de parlementoyê biryar girt ku dê pêşeroja Qirimê bi referandûmê ve bê kifşkirin. Di referandûma 16ê Adara 2014an de gelê herêmê biryara girêdana bi Rûsyayê ve wergirtibû. Lê belê li gor destûra bingehîn a Ukraynayê ji bo ku rêvebirin li Qirimê ji hilbijartinan heta referandûmê, di gelek mijaran de ji bo ku biryarekê bidin divê pesendkirina hikûmeta navendî ya li Ukraynayê jî werbigirin. Ji ber vê xalê rêveberiya Ukraynayê jî diyar kir ku îcraatên parlementoya Qirimê yên ji 27ê sibatê şûn de êdî yekalî û derqanûnî ne.