Türkan Tosun
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Fitbolîstê ji Misirê yê Liverpoolê Mihemmed Salahê ku di fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê de seqet bûbû got ew hêvî dike heta Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2018an ewê baş bibe.
Salah li ser hesabê xwe yê Twîtterê wiha nivîsand: "Şeveke pir zehmet bû, lê ez şervanek im. Li hember her tiştî ez ji xwe bawer im ku ezê herim Rûsyayê û we serfiraz bikim. Hezkirin û piştgiriya we ew hêza ku hewcedariya min pê heye wê bide min."
Salah di heyama Lîga Premîer a Îngiltereyê ya ku 38 hefte dewam kir de 32 gol avêtibûn. Bi van golan ve bûbû futbolîstê ku herî zêde gol avêtiye.
Di fînala Lîga Şampiyonên UEFAyê de Salah li hember futbolîstê tîma Real Madrîdê Sergîo Ramos lîstibû û di wê têkoşînê de seqet bûbû. Di deqîqeya 31emîn de bigirî qada futbolê terk kiribû.
Kupaya Dinyayê ya FIFAyê ya 2018an wê di navbera 14ê hezîranê û 15ê tîrmehê de li Rûsyayê bê lidarxistin.