İbrahim Atmaca
28 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
BIDDEFORD
Serokê 41emîn yê Amerîkayê George H.W. Bush li eyaleta Maineyê rakirin nexweşxaneyê.
Jim McGrathê berdevkê Bush diyar kir, serokê berê yê 93 salî ji ber ketina tansiyon û westanê rakirin nexweşxaneyê.
McGrath li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir, îhtimal e ku Bush hê çend rojan di nexweşxaneyê da bimîne.
Berdevk McGrath got ku Bush li Navenda Tenduristiyê ya Başûrê Maineyê tedawî dibe, li ser hemdê xwe ye û tu aciziyeke wî tuneye.
Rayedarê nexweşxaneyê jî diyar kir ku malbata Bush wê hemû daxuyaniyan bide.
Meha çûyî Barbara Busha jina wî miribû û Bush piştî cinaze ji ber enfeksiyonê 13 rojan li Houstonê di nexweşxaneyê da mabû.
George H. W. Bush di navbera salên 1989-1993yan da wezîfe kiribû û di heman demê da bavê George W. Bushê Serokê 43yem ê Amerîkayê ye.
Bush ji ber cureyeke nexweşiya Parkînsonê tedawî dibe û di berfanbara 2014an da ji ber bêhntengiyê hefteyekê di nexweşxaneyê da mabû.