Dinya

Salvegera 23yan a avakirina Eniya Tirkmenên Iraqê

Salvegera 23yan a avakirina Eniya Tirkmenên Iraqê li Hewlêrê hat pîrozkirin

Haydar Şahin  | 24.04.2018 - Rojanekırın : 24.04.2018
Salvegera 23yan a avakirina Eniya Tirkmenên Iraqê

Arbil

HEWLÊR

Salvegera 23yan a avakirina Eniya Tirkmenên Iraqê (ITC) li Hewlêrê hat pîrozkirin.

Aydin Merufê parlementerê Hewlêrê yê ITCyê, namzedên parlementeriyê yên hilbijartina giştî ya Iraqê, mezinên bajêr ên Tirkmen beşdarî merasima li navenda partiyê ya li bajêr hat lidarxistin bûn.

Parlementer Meruf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û bi bîr xist ku di dema Sedam Huseynê serokê jitextdaxistî yê Iraqê da ITCyê nikaribû xebatên xwe bidomanda, di sala 1991ê da Amerîkayê û welatên Rojavayî li bakurê Iraqê herêma ji firînan ra hatiye qedexekirin ava kirin piştî vê di 24ê nîsana 1995an da ITC li Hewlêrê hat avakirin.

Meruf got ku di wê demê da ji xêncî Hewlêrê li Silêmanî û Dihokê jî avahiyên partiyê hatin vekirin, gel piştgiriyeke mezin da partiyê, li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) di sala 1996an da di navbera partiyên siyasî yên Kurdan da pevçûnên navxweyî dest pê kirin û ew jî di tesîra pevçûnan da man.

- "Di sala 2011ê da dîsa dest bi xebatan kir"

Meruf diyar kir ku di 31ê tebaxa 1996an da Sedam Huseyn midaxeleyî Hewlêrê kir, gelek alîgirên ITCyê derdest kirin û birin Bexdayê û wiha pê da çû:

"Bi avakirina ITCyê va teşkîlata partiyê li Hewlêrê dest bi xebatan kir. Bû hedefa Sedam. Salek ser avakirinê ra derbas bibû ku artêşa Iraqê hat Hewlêrê 48 hevalên me birin Bexdayê û li wê derê darda kirin. Ji ber vê em wan bi rehmet bi bîr tînin. Piştî li ser zexta hin partiyên siyasî ITC di sala 2005an da hat girtin û di sala 2011ê da dîsa dest bi xebatên xwe kir."

Meruf bi bîr xist ku di parmelentoya HKIyê û meclisên herêmî yên Hewlêr, Kerkûk û Mûsilê da gelek endamên ITCyê hene.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.