Li Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyeya Iraqê kesên ku di dema baasê de hatin kuştin ji ber salvegera 27emîn a Komkujiya Enfalê bi merasimekî ve hatin bibîranîn.
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm, endamên Meclisa Bajêr ên Kerkûkê, Midûrê Ewlehiyê yê Kerkûkê General Cemal Tahir û welatî beşdarî merasima bibîranînê bûn.
Waliyê Kerkûkê Kerîm di merasimê de kurdî, erebî û tirkmenî axivî û got ku ev deynê stûyê wan e ku ew şehîdên Enfalê bi bîr bînin.
Kerîm got ku hikûmeta Iraqê tazmînatê dide kesên ku di êrîşên DAEŞê de zirar dîtine û divê ji bo malbatên ku eqrebayên wan di Komkujiya Enfalê de mirine re jî tazmînat bê dayîn.
Li Zanîngeha Kerkûkê jî ji bo kesên ku di Komkujiya Enfalê de mirine merasimek hat li dar xistin. Xwendekaran cil û bergên reş li xwe kirin.
Hîndekarê Zanîngeha Kerkûkê Sabah Musa ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku di sala 1988an de bi fermana Saddam Huseyîn bi hezaran kurd hatin kuştin û got ku hê gelek gorên komî hene û divê ew li gundê wan bên definkirin.
- "Komkujiya Enfalê"
Di navbera salên 1986 û 1988an de serokê Iraqê yê têkçûyî Saddam Huseyîn ferman da ku kurdên bakurê Iraqê bên kuştin. Ji hewayê bombe li ser gundan û navçeyan hat barandin û ev kuştin wek "Komkujiya Enfalê" hat bi navkirin.
"Komkujiya Enfalê" ya herî mezin di 16ê adara 1988an de li Helebceyê hat kirin. Di komkujiya Helebceyê de xazên jehrî hatin bikaranîn. Di kokujiyê de ji 5 hezaran zêdetir kurd, pêşmerge û leşkerên Îranê mirin û 7 hezar kes jî birîndar bûn. Di rojên din de jî komkujî hatin kirin.