Peymana çêkirina "Kolana 60 Mêtroyî" ya ku projeya wê bi destê Walîtiya Silêmaniyê hat amadekirin bi merasimekê hat îmzekirin. Merasim li Hêwana Konferansê ya Silêmaniyê hat lidarxistin. Walî Behroz Mihemed Salih digel erkdarên fîrmayên înşaetê yên tirk Elîtaş, Kûr û Întaşê beşdarî merasimê bûn.
Di merasimê de Walî Salih axivî û bal kişand li ser girîngiya projeyê ji bo Silêmaniyê û wiha got: "Bi saya projeya 415 milyon dolarî dê bajar xweşiktir bibe. Herwiha proje di destê fîrmayên tirkan de ye û em bi vê jî kêfxweş bûn."
Xwediyê Kûr Înşaetê Kemal Tankal li ser navê korsorsiyûmê axivî û diyar kir ku dê di demeke kurt de xebatên xwe temam bikin û wiha dewam kir: "Bi saya vê projeyê dê Silêmanî geştir bibe û ji ber ku me proje hilda em kêfxweş in. Bila li gelê Silêmaniyê bi xêr be. Îşaellah 3 sal şûn de ji bo vekirinê em ê li vê derê bicivin."
Tankal daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo ku em karê xwe di demê de, baş û rast temam dikin, em hilbijartin.
Tankal da zanîn ku berê li herêmê Navenda Rehabîlîtasyon û li Ranyayê jî nexweşxane çêkirine û wiha dewam kir:
"Xwedê ji wan razî be, piştî ku xebatê me yên li Silêmanî û Ranyayê dîtin, em hilbijartin. Heta ji destê me tê em karê xwe baş dikin. Ez wekî endamekî Yekîtiya Mutehîdên Tirkiyeyê dibêjim ku em li 93 welatan dixebitin. Fîrmayên tirk, mohra xwe li gelek projeyên serkeftî yên navneteweyî xistin. Em bi wan serbilind in. Em jî ji bo layiqê wan bibin hewl didin."