28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
ANKARA
Serokê Encumena Niştîmaniya Kurdî li Sûriyê Îbrahîm Bro diyar kir ku Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê ew dawet kirine û dê meha pêşiya me bi heyeteke resmî herin Washingtonê.
Bro, der barê seredana Emrîkayê û mijarên rojevê de ji bo peyamnêrê Ajansa Anadoluyê axivî.
- "Emê daxwaza vegera Leşkerê Roj ji Emrîkayê bikin"
Bro, agahî li ser wê yekê dan ku dawet ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Emrîkayê hatiye wiha axivî: "Emrîkayê em ji bo muzakerekirina pirsgirêka çarenûsa herêmên Kurdî û rewşa giştî ya Sûriyê dawet kirin. Emê jî bername û projeyên xwe pêşkêşî rêvebiriya nû ya Emrîkayê bikin û piştgiriyê ji wan bixwazin."
Li ser mijara çûna Leşkerê Roj-Pêşmergeyê Rojava Bro diyar kir ku ewan pêştir jî ev mijar bi Emrîkayê re axivîne û got: "Di seredana me ya Emrîkayê de yek ji daxwazên me yên serekî ji Rêvebiriya Washingtonê ew e ku Leşkerê Roj vegere Sûriyê. Emê ji Emrîkayê bixwazin ku zextê li ser PKKê bikin da ku astengiyê li ber vegera Leşkerê Roj dernexin. Lewra Leşkerê Roj dê herêmên Kurdan biparêze. Emê Emrîkayê li ser wê yekê jî agahdar bikin ku Leşkerê Roj ji Kurdên Sûriyê pêk hatiye û perwerdeyeke baş dîtiye. Herwiha perwerdeyeke baş jî li ser bikaranîna çekan û teqemeniyan dîtiye. Hewcehiya Sûriyê jî bi hêzeke wisa heye."
Bro destnîşan kir ku dê der barê zext û zilma PKKê û rejima Sûriyê de jî agahiyê bidin rêvebiriya Emrîkayê û wiha pê de çû: "Emê ji Emrîkayê re bêjin ku PKK/PYD û grûbên çekdar li Sûriyê xelkên sivîl dikujin û direvînin. Li deriyên sînorî jî xerac û bertîlê ji xelkê distînin. Emê belge û agahiyên li ber destê xwe bigihînin wan. Emê îdareya Donald Trump li ser wê yekê agahdar bikin ku ev grûbên çekdar sedemê koçberbûna xelkê Sûriyê ne."
Bro îdareya Barack Obamayê Serokê berê yê Emrîkayê jî rexne kir û got: "Mixabin rêvebiriya Obama ji me re rê xweş nekir û nebû arîkar. Ji bo Leşkerê Roj vegere Sûriyê jî piştgirî neda. Emrîkaya Obama ji bo razîkirina PYDê rê li ber Leşkerê Roj venekir. Lê em bi îdareya Donald Trump re di têkiliyê de ku wan razî bikin. Baweriya me ew e ku dê helwesta Trump di vê mijarê de cuda be. Herwiha dê gavên berbiçav jî çêbin."
- "Avakirina herêmeke aram di xêra hemû xelkê Sûriyê de ye"
Serokê ENKSê diyar kir ku avakirina herêmeke aram li bakurê Sûriyê di xêra hemû xelkên Sûriyê de ye û got: "Şerê di navbera hêzên çekdar de û bidawînehatina pevçûnan xelkê li herêmê ji welatê wan derxist. Eger herêmeke aram li bakurê Sûriyê çêbe dê xelk vegerin ser malên xwe."
Bro bal kişande ser derengketina çêkirina herêma aram û got: "Bi rastî divabû berî çend salan ev kar bihata meşandin. Lê ji ber çend sebeban çênebû. Bi taybetî jî li herêma Kurdan gelekî baş dibe. Lewra eger herêmeke aram û ewle were çêkirin dê şer bisekine, hêdî hêdî dê jiyan jî asayî bibe. Vê seeta ku niha ez tê de diaxivim ji sedî 50 xelkê Sûriyê penaber bûye. Bi çêkirina herêmeke aram dê ew penaber hemû vegerin malên xwe. Ev yek dê aloziyên Sûriyê jî hêdî hêdî bidawî bîne. Li aliyekî din warên xerabûyî jî dê werin avakirin."
Bro civîna Astanayê jî bi girîngî wesifand û got: "Armanca kombûna Astanayê sekinandina şer bû li Sûriyê. Eger biryarên ku li wir hatin wergirtin werin bicihkirin dê ji bo bidawîanîna aloziya Sûriyê gelekî baş be."