28 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2017
KERKÛK
Hat ragihandin ku li Iraqê li Hewîceya navçeya Kerkûkê sivîlên ku ji rêxistina terorê DEAŞê revîn, li nêzîkî Tûzxurmatûyê pêl mayîneke çalkirî kirin û di encamê da 5 sivîl mirin, 10 jê jî birîndar bûn.
Midûrê Polêsê Tûzxurmatûya navçeya Selaheddînê Yarbay Nazim Fazil di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Sivîlên ku ji Hewîceyê revîn û xwestin biçin Selaheddînê, di rê da pêl mayîna ku terorîstan berê çal kiribû, kirin. Di bûyerê da 5 sivîl mirin, tevî jin û zarokan 10 sivîl jî birîndar bûn."
Fazil bal kişand ku bi taybetî jî ji ber qonaxa serkeftî ya Operasyona Rizgarkirina Mûsilê, xelkê sivîl gelek ji deverên di kontrola DEAŞê da direvin.
Ji hezîrana 2014an vir va li başûrê Kerkûkê tevî navçeya Hewîce û 6 bajarokên wê, bi sedan gund di kontrola rêxistina terorê DEAŞê da ne.