Ferizat Kaya
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
QUDIS
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Îsraîlê Bînyamîn Netenyahû bi Sererkanê DYAyê Joseph Dunford re hat bal hev.
Li gor daxuyaniya Serokatiyê, Netenyahû di çarçoveya têkiliyên fermî da li Tel Avîvê bi Dunford re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê da mijara " geşkirina têkiliyên ewlehiyê yên xurt yên di navbera herdu welatan da" hat nirxandin.
Netenyahû got ku ji ber ziyareta Dunford gelekî kêfxweş bûne û wiha dewam kir: "Di navbera Îsraîl û DYAyê da îtifaqeke xurt heye. Di navbera artêşa Îsraîl û Artêşa DYAyê da jî îtifaqeke mezin heye."