Nihat Kavşut
10 Gulan 2017•Rojanekirin: 10 Gulan 2017
WASHINGTON
Qesra Sipî ragihand Donald Trumpê Serokê DYAyê James Comeyê Dîrektorê Buroya Lêpirsîna Federal a Amerîkayê (FBI) ji wezîfeyê hilda.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Sipî li ser pêşniyaza Jeff Sessîonsê Wezîrê Dadê û Rod Rosensteînê Alîkarê Wezîrê Dadê Trump Comeyê 56 salî ji wezîfeyê hilda.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin FBI "yek ji saziyên herî girîng ên dewletê ye û îro jî ji bo FBIyê destpêka heyameke nû ye."
FBI îdiayên "Rûsyayê midaxeleyî hilbijartina serokê Amerîkayê kiriye" lêkolînê dike. Comey hefteya borî li Senatoya DYAyê pirsên senatoran ên der barê lêpirsînê da bersivandibû.
James Comey di îlona 2013an da bi destê Barack Obama hatibû wezîfedarkirin.