Burak Dağ
25 Îlon 2024•Rojanekirin: 26 Îlon 2024
Sererkanê Îsraîlê Herzî Halevî ragihand ku amadehî dikin ku êrîşa bejayê bibin ser Libnanê.
Haleviyê Sererkanê Îsraîlê di dema tetbîqateke ku êrîşên Tuxaya Bizirx a 7emîn êrîşa dijî Libnanê simule dikir da daxuyanî dan.
Halevî diyar kir ku armanca wan ew e ku kesên li bakurê Îsraîlê dijîn vegerin malên xwe û ji bo vê jî "amadehiya manewreya êrîşa bejayê" ya dijî Libnanê dikin.
Halevî îdia kir ku Hîzbullaha li Libnanê îro menzîla êrîşê berfireh kir û got ku Hîzbullah "îro di saetyên pêş da dê bersiveke gelekî xurt bibîne".
Halevî got ji bo ku hember îhtimala ku artêşa Îsraîlê bikeve Libnanê herêmê amade bikin û "derbeyên li Hîzbullahê dixin bidomînin" êrîşên asîmanî dewam dikin.
- Di êrîşên ku Îsraîlê îro bir ser Libnanê da jimara kuştiyan derket 51î
Ji aliyekî din, jimara kesên ku di êrîşên asîmanî yên artêşa Îsraîlê bir ser cihên cuda yên Libnanê da hatin kuştin derket 51î, jimara birîndaran derket 223yan.
Wezîrê Tenduristiyê Fîras el-Ebyad di daxuyaniya xwe da der barê êrîşên Îsraîlê û kesên ji ber êrîşan koç kirin da agahî dan.
Ebyad got ku di êrîşên Îsraîlê yên îro da 51 kes hatin kuştin, 233 kes birîndar bûn.
Rayedarê Libnanî diyar kir ku di serî da nexweşiyên kronîk bi rewşa tenduristiya kesên ku êrîşên Îsraîlê bandorî wan dikin ra eleqedar dibin.
Bi vî awayî di êrîşên ku Îsraîl ji 23yê îlonê vir va dike da jimara kuştiyan derket 609an.
- Di êrîşa ku Îsraîlê bir ser bajarê Refahê da 3 Fiistînî hatin kuştin
Ji aliyekî din, balafirên şer ên Îsraîlê li bajarê Refahê ya li başûrê Xezeyê êrîşî malekî kir, di êrîşê da 3 Filistînî hatin kuştin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriya Parastina Sivîlan a li Xezeyê da hat ragihandin ku artêşa Îsraîlê li Refaha li başûrê Xezeyê mala malbata El-Ettar hedef girt.
Hat ragihandin ku di encama êrîşê da ji malbata Ettar 3 kes hatin kuştin û cenaze ji bin enqazê hatin derxistin.
Hat diyarkirin ku ekîbên xilaskirinê û gelek welatî di bin enqaza malê da xebatên lêgerîna Filistîniyên winda dikin.
Hat gotin ku ji ber rasera Îsraîlê xanî bi temamî xira bû û bû kavil.