Haydar Karaalp
25 Îlon 2024•Rojanekirin: 30 Îlon 2024
Li bajarê Besrayê yê ku dikeve başûrê Iraqê, avahiya ku wextekî qesra Sedam Huseyînê pêşengê maxlû bû, veguherandin pirtûkxaneyeke berhemên dîrokî û pirtûkan.
Di pirtûkxaneyê da li ser berhemên dîrokî yên li Iraqê û qadên arkeolojîk koleksiyoneke berfireh a pirtûk û destxetan heye. Di vê pirtûkxaneyê da akademîsyen dikarin bi rehetîkî xwe bigihînin pirtûk, destxet û çavkaniyên arkeolojîk.
Midûrê Daîreya Berhemên Dîrokî ya Besrayê Mistefa el-Husaynî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Pirtûkxane ne tenê li Besrayê, li başûrê Iraqê pirtûkxaneya ewil e ku tê da berhemên dîrokî hene."
Husaynî wiha dewam kir, "Di vê pirtûkxaneyê da 5 hezar pirtûk hene. Ji bo şêniyên bajarên başûrê Iraqê ev pirtûkxane tiştekî nû ye. Di vê koleksiyona pirtûkan da pirtûk li ser Sumerî, Babilî, Asûrî û heyamên din ên kevnare ên li Iraqê ne."