Emirhan Demir,Hakan Çopur
30 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2026
Serokê DYAyê Donald Trump diyar kir ku divê Îran derbarê bernameya çekên nukleerî û hedefgirtina xwepêşanderan da tiştekî bike û got, "Niha keştiyên me yên pir mezin û pir bihêz hene ku diçin Îranê. Heke em neçar nebin ku wan bi kar bînin dê pir baş be."
Serokê DYAyê Trump dema ku ji bo pêşandana fîlma "Melania", ku li ser navê hevjîna wî Melania Trump hatiye çêkirin, ket Kennedy Centerê û bersiv da pirsên rojnamevanan.
Dema ku ji Trump hat pirsîn ka wî di çend rojên borî da bi Îranê ra axiviye yan plan kiriye, wî bersiv da, "Ez bi wan ra axivîme û ez plan dikim ku bi wan ra biaxivim."
Trumpê ku "hişyariyek" da rêveberiya Tehranê, got, "Niha keştîyên me yên pir mezin û pir bihêz hene ku diçin Îranê. Heke em neçar nebin ku wan bi kar bînin dê pir baş be."
Serokê DYAyê Trump wiha domand, "Min du tişt ji wan ra gotin. Ya yekem, çekên nukleerî neyên bikaranîn û ya duyem, dev ji kuştina xwepêşandêran berdin. Ew bi hezaran kesan dikujin. Du hefte berê, min darvekirina 837 kesan rawestand, lê niha ew neçar in ku tiştek bikin."
- Wî her wiha hişyariyek da Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer.
Ji aliyê din va, Trump her wiha bersiva pirsek derbarê planên Brîtanyayê ji bo hevkariyên nû bi Çînê re da.
Serokê DYAyê, behsa Brîtanyayê kir û got, "Ji bo wan pir xeternak e ku ew vê yekê bikin. Ji bo Kanadayê hîn xeternaktir e ku bi Çînê ra bazirganiyê bike. Kanada niha baş nake."
- Îdia kir ku Kuba dê nejî
Trump her wiha îdia kir ku Kuba "dewletek têkçûyî" ye û got, "Divê hûn ji bo Kubayê xemgîn bibin. Kuba bi gelê xwe re pir xirab tevdigere. Ez hewl nadim Kubayê bixeniqînim, lê jixwe ewê her li jiyanê nemîne."