Mehmet Burak Karacaoğlu
15 Nîsan 2025•Rojanekirin: 16 Nîsan 2025
Serokomarê Sûriyeyê Ehmed Şara bi Wezîrê Karên Derva Esed Hesen Şeybanî ra serdaneke fermî li Qeterê kir.
Wezîr Şeybanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê der barê ziyaretê da wiha got: "Îro em di serdana wî ya yekem a serokomariyê ya ji bo vî welatî (Qeter) da li gel Serokomar Ehmed Şara ne ku ji roja ewil pê va ew li cem gelê Sûriyeyê ye û wan bi tenê nahêle."